Mijdar 06, 2019 10:30 Asia/Tehran
  • Bidû bicihbûna hêzên Artêşa Sûrîyê li zîvala sînorî, xelkê sivîl dizvie malên xwe

Hêzên artêşa Sûriyê li rojhilatê bajarê Qamişlo li ser sînorê digel Tirkîyê bi cih bûn û piştî vê yekê welatîyên ku ji tirsa êrişên Tikrîyê û têrorîstên ser bi Enqerê terka malên xwe dabûn, nika dizvirin wan navçana.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA) Ji bo yekem car piştî kirîza Sûriyê hêzên artêşa Sûriyê ji gundê Xalid Gilo li rojhilatî Qamişloyê heya Tirbêsipiyê û Çelaxa li ser sînorê digel Tirkîyê bi cih bûn. 

Ew hêzên Artêşa Sûrîyê jibo parastina navçeyên sînorî û li gorî rêketineke destpêkî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikumeta Sûriyê de, li sînor bi cih bûn. 

Derdora 7‪0‪0‪ leşkeran bi dirêjahiya 6‪0‪ kîlometreyan belav dibin, xelkê gundiên wê deverê dibêjin bi hatina hêzên Artêşa hikumeta Sûriyê rê liber çekdarên ser bi Tirkiya ve tê girtin.

Prorseya bicihkirina hêzên Sûriyê li deverên Kurdnişîn bi sergêrî û gerentiya Rûsyayê birêve diçe.