Mijdar 06, 2019 08:39 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê bîreke niftê li Hesekê xist bin kontrola xwe

Hêzên Artêşa Sûrîyê kontrola bîreke niftê li parêzgeha Hesekê girtin destê xwe.

Hêzên Artêşa Sûrîyê jibo cara yekem piştî çend salan kontrola bîra niftê ya Rimêlanê li parêzgeha Hesekê girtin destê xwe. 

Ligorî raporan, hêzên Artêşa Sûrîyê ji gundê Mele Ebbas li bakura rojavaya şarê Rimêlanê ve derbasî wê bîra niftê bûn.

Ajansa Nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA) jî ragihand ku bi dû bicihbûna hêzên Artêşa Sûrîyê li derdora rojhilata Serêkanîyê ser bi parêzgeha Hesekê, xelkên wê deverê zivirîn malên xwe.

Ji hêla din ve, Yekîneyên artêşa Sûriyê li xalên cuda yên navçeyên Tirbêspiyê û Girkê Legê li ser sînorê di navbera Sûrîye û Tikrîyê de bicih bûn.

Beşek ji yekîneyên hêzên Sûriyê yên li Qamişlo, li gundên sînorî yên herdu navçeyên Cizîre, Tirbêspî û Girkê Legê bicih bûn.