Mijdar 05, 2019 16:53 Asia/Tehran
  • Kalemêrekî Efrînî di bin îşkenceya çekdarên Tirkiyê de hat kuştin

Li bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê, kalemêrekî kurd di bin îşkenceya çekdarên Tirkiyê de hat kuştin.

Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê ragihandiye, kalemêrekî 73 salî bi navê Silêman Hemok, ku xelkê gundê Kanî Gewirkê bû, roja 29 meha borî ji aliyê çekdaran ve rastî îşkenceyek giran hatibû.

Li gorî agahiyan, kalemêrê han îro li nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Çekdarên bin fermana artêşa Tirkiyê van cinayetên xwe li ber çavên hêzên Tirkiyê cih tînin. Wan bi caran xelkê sivîl revandine û gelek ji wan kuştine û mal û heya wan dizîne û talan kirine.