Cotmeh 13, 2019 08:13 Asia/Tehran
  • 71 Parlimanterên ingilîsî: Em rê nadin ya hat serê Efrînê dubare bibe

Li Brîtanyayê 71 parlamenteran di nameyekê bo Wezîrê Karên Derve yê wî welatî de xwestin ku êrişên Tirkiyê li ser Kurdên Sûrîyê bên rawestandin û wan pêgirî kir ku ew rê nadin ya hate serê Efrînê were dubarekirinê.

Li Brîtanyayê 71 parlamenteran derbarê rewşa Kurdistana Sûrîyê û êrişa Tirkiyê de nameyek raberî Wezîrê Karên Derve yê wî welatî Domînîk Rob kirin.

Di nameya wan parlamenteran de tê gotin, “Em vê nameyê bi navê dengderên me û Kurdên niştecihên Brîtanyayê ku peywendî li me pêk anîne derbarê êrişa dagirkerî ya Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê de dinivîsin.”

Di nameyê de herwiha behsa wê yekê tê kirin, “Rojake xemgîne ku em dibînin, Kurdên hevpeymanên me bi fermana Erdogan êriş li ser wan pêk tên û baweriya me jî ew e; Amerîkayê bi vekişandina hêzên xwe li bakurê Sûriyê biryareke şaş da. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roleke sereke di heyama şêr de hebûn û zêdetir ji 11 hezar jin û mêr qurbanî dan û aştî û aramî li wê navçeya şerrlêketî pêk anîn.”

Di dewama wê nameyê de hatîye: Êrişa Tirkîyê ser Efrînê di sala 2018`an de jibo me selimand ku plana Erdogîn ramalîna nijadî û bombebarankirina deverên xelknişîn û bikaranîna hêzên kirêgirtî ji wan çekdarên DAIŞ`ê û komên tundrê jibo têkbirina sîstema hikimdarîya dêmokiratîk e. Em rê nadin careka din ew yeka biqewime. Ligorî me biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji bakura Sûrîyê bi dû lihevkirina digel Tirkîyê hat dayînê ku xîyanet e û dê bibe sedema encamdana ramalîna nijadî ji hêla Tirkîyê ve û serhildana dubare ya DAIŞ`ê.