Cotmeh 12, 2019 17:46 Asia/Tehran
  •  Çavkaniyên nûçan ên Tirkiyê li bara gurtirbûna pevçûnan li serêkaniyê agahiyan didin

Li çaremîn roja êrîşa artêşa destdirêjkir a Tirkiyê li ser bakur û rojhilata Sûriyê nasiyar bi Kaniya Aşitiyê ku artêşa Tirkiyê li rojhilata Firatê li Sûriyê cih tîne, hêzên Tirkiyê ji rojhilata Serêkaniyê derbasî vî bajarî bûn.

Li halekê ku topxana artêşa Tirkiyê gullebarana meqerên YPG, Yekînên Parastina Gel didomîne, çavkaniyên nûçan li bara êrişêça artêşa dagirkir a Tirkiyê û kirêgirtî û terorîstên ser bi wê ser nexweşxaneyeke navendî ya bajarê Serêkaniyê û bazara navendî ya vî bajarî li taxa Ronahiyê ya vî bajarî agahî dan.

 Dagirkirên tirk û terorîstên bin fermana wê ji sê aliyan va êrişî bajarê Serêkaniyê kirine û nûçeyên derheq êrişa wan ser xwendingeh û navendenên  giştî ya  vî bajarî û ambolnasên  li halê hereketa  li nav bajêr jî hatiye  weşandin. Tê gotin sê hezar hêzên kirêgirtî yên artêşa Tirkiyê li êrişa ser Serêkaniyê de beşdar bûne. 

 Li êrişa destdirêjkirên tirk û terorîstên ser bi wan ser firneyeke bajarê Qamişloyê jî du welatî hatin kuştin. 

 Navça Eyn El-Erosê jî ku bi sedan kes ji xelkên navçên curbicur ên bakur û rojhilata  Sûriyê bo raghandina  nerazîbûna  xwe li hember êrişên artêşa hêzên dagirkir ên tirk kom bibûn, ket ber êrişa hewayî ya hêzên destdirêjkir. 

Hêzên  Tirkiyê roja îniyê êrişên xwe yên bikuj ser meqerên kurdan li bakurê Sûriyê û bajarê Kobanê girantir kirin. 

 Hêzên Sûriya Demokratîk hewl didin bi tûnêl û çeperan pêşiya pêşdeçûna hêzên Tirkiyê bigrin. van  hêzan roja pêncşemiyê 11 gund dagir kirin. Helbet kurdan piştî wê, kontrola du gundan cardinê girtin destê xwe. 

 Duh çavkaniyên nûçan li bara revîna jinên zindanî yên DAIŞ`ê ji yek ji kampên xweyîkirina  wan li bakurê Sûriyê agahî dan. 

  Aldar Xelîl, ji berpirsên kurd ên Sûriyê jî got dewleta Tirkiyê hêzên DAIŞ`ê ku li mehên  buhurê li encama  êrişên hêzên kurd li navçên curbicur ên Sûriyê revîbûn cardinê kom kirine û li operasyona nû li dijî kurdên Sûriyê wan organîze kirine. 

 Di hemen demê de, Koma çavdêrê mafên mirovan a  Sûriyê raghand ku 74 kes ji kesên çekdar ên bin fermandetiya  kurdên sûrî ji destpêka operasyona Tirkiyê li Sûriyê canê xwe ji dest dane.

 Çavkaniyên nûçan li bara êrişên artêşa Tirkiyê û terorîstên bin fermana  wê ser trimbêlên ku ji Serêkaniyê derdikevin agahiyaê didin. Vê mijarê revîna xelkê vî bajarê sûrî dijwartir kiriye. 

Piştî destpêbûna êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser Sûriyê li gor rapora NY, di dereqa sê rojan şêr, sed hezar kes ji xelkê navçê, terka cihê jiyana xwe dane. Vê revîna berfireh tirsa ji derketina karesateke însanî gurtir kiriye. 

Nûçegîhanê France 24 ê li vê barê got: Kamyonên tijî bar terka Serêkaniyê didin. Malbatên  ku hemî heyî û neyiya xwe ji moblê girtî heta nivîn û çenteyên xwe hildane û suwarê kamyonan bûne. Li halekî ku bombebaranên artêşa Tirkiyê girantir dibe, malbat ji vî bajarê sînorî li bakurê rojhilata  Sûriyê direvin. Rêxistinên nedewletî ji ber derketina qeyraneke însanî ya din  tirsiyane. 

 Dr. Hesen Berpirsê nexwexana Til Temerê jî got: Xelkê sivîl bi hejmareke zêde birîndar bûne. Heta îro, 89 xelkê sivîl, ji wan çar zarok û 15 jin birîndar bûne. Birîndarên din jî kesên  îxtiyarbûyî ne. Nikarinê ji Serêkaniyê birevin çimkî balefirên cengê trimbêlan didin ber êrişan.