Cotmeh 12, 2019 08:29 Asia/Tehran
  • Ji ber êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê 100 hezar kes aware bûn

NY di daxûyanîyekê de ragihand ku di encama êrişa Artêşa Tirkîyê ser bakura rojhilata Sûrîyê da, heta vê gavê 100 hezar kes aware bûne.

NY di daxûyanîya xwe da derheq dûhatên êrişên Artêşa Tirkîyê ser bakura rojhilata Sûrîyê de hişyarî da û ragihand ku çavkanîyeke avê li şarê Hesekê ji kar ketîye ku çavkanîya ava vexwarinê ya 400 hezar kesî li wî şarî bû.

Di vî hal îde 14 sazîyên navnetewî yên hawargiheştinê di daxûyanîyekê de ragihandin ku dijwarkirina êrişan li bakura Sûrîyê renge ibe sedema rawestandina gîhandina alîkarîyan bo kesên hewcedar.

Navenda Plana Cîhanî ya Xwarekê jî duh ragihand ku zêde ji 70 hezar kes ji niştecihên Girê Sipî û Serê Kanîyê aware bûne.

Sazîya Pizişkên Sînornenas jî ragihandîye ku tenha nexweşxana şarê Girê Sipî li parêzgeha Reqqayê hatîye girêdanê.