Cotmeh 11, 2019 18:45 Asia/Tehran
  •  Teqîna trimbêla bombekirî li Qamişlûya Sûriyê

Li encama teqîna trimbêla bombekirî li bajarê Qamişloyê li bakurê rojhilata parêzgeha Heseka Sûriyê 13 kes hatin kuştin an birîndar bûn.

 Li gorî rapora SANA News`ê, li encama vê teqînê, 4 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn. Heta niha tu kes an komekê berpirsiyariya vê teqînê nedaye istûyê xwe. 

 Bajarê Qamişloyê li parêzgeha Heseka Sûriyê niha di destê mîlîtanên kurdê sûrî bi navê Yekînên Parsatina Gel( YPG ) de ye. 

 Ev bajêra îro îniyê şehedê xwenîşandana berfireh bona şermezarkirina detsdirêjiya artêşa Tirkiyê ser axa Sûriyê bû. Tirkiye ji çarşemiya buhurî ve êrişa ser bakurê Sûriyê bi çirayê kesk ê Emerîkayê destpê kir. Heta niha 277 kes li encama vê êrişê hatine kuştin.