Îlon 20, 2019 18:24 Asia/Tehran
  • Hişyariya Swêdê derbarê êrîşa hitmalî ya artêşa Tirkiyê ser navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê

Wezîra karên derve ya Swêdê, An Lîndeyê di axaftinekê da tevî amajeya bi alûgorên vê dawiyê li bakurê Sûriyê û mijara êrîşa leşkerî ya li ser vê navçeyê ji aliyê artêşa Tirkiyê va got: Gefên Tirkiyê li dijî navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê ciddî ye.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê ajansa nûçeyan a Independent a Tirkî, Wezîra karên derve ya Swêdê, An Lîndeyê di axaftinekê da tevî amajeya bi alûgorên vê dawiyê li bakurê Sûriyê û mijara êrîşa leşkerî ya li ser vê navçeyê ji aliyê artêşa Tirkiyê va got: Gefên Tirkiyê li dijî navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê ciddî ye.

Wê tevî bitalûkezanîna rewşa bakurê Sûriyê destnîşan kir: Hegera sereke ya pêknehatina aştiyê li Sûriyê, berçavnegirtina daxwazên civaka navneteweyî û NY li vî welatî ye. Êrîşa hitmalî ya Tirkiyê li ser Sûriyê, dê ne tenê şer û pevçûnan gurrtir bike. Ya xerabtir ji wê ev e ku rewşa mirovî dê xerabtir bibe û berbendên ser riya çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyê jî dê pirtir bibin.