Îlon 20, 2019 15:59 Asia/Tehran
  • Rexneya Bişar Ceferî ji bêdengiya li hemberî cinayetên Hevpeymaniya Navneteweyî li Sûriyê

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY ji bêdengiya aliyên rojavayî li hemberî cinayetên Hevpeymaniya Navneteweyî li Sûriyê bi tundî rexne kir.

Li gorî rapora kanala Exbariyê, Bişar Ceferî di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY jibo hilkolandina biryarnameya pêşniyarî ya rawestandina pevçûnan li Idlibê, tevî amajeya bi serokatiya dewreyî ya Rûsiyê li ser Konseya Ewlehiyê, got:Dîrok dê vê civînê wek civnekê bi bîr bîne ku ne jibo piştevaniya ji gelê Sûriyê, belkî jibo xerakirina Rûsiyê wek serokê dewreyî yê Konseya Ewlehiyê hatiye lidarxistin.

Bişar Ceferî xitabî nûnerê Almanyayê wek yek ji sê welatên pêşniyarkerên biryarnamaeya rawestandina pevçûnan li Idlibê got: Çawa pêkan e biryarnameyeka wiha ji aliyê hin welatan va were pêşniyarkirin ku bixwe di çarçova Hevpeymaniya Navneteweyî li Sûriyê ne; Hevpeymaniya ku şerê dijî DAIŞê nake, belkî binavahiyên Sûriyê xopan dike û sebebkara kuştina bi hezaran welatiyên sivîl ên sûrî ye.

Pêşnivîsa vê biryarnameyê şeva bihurî ji aliyê Almanya, Kuweyt û Belçîkayê va bo Konseya Ewlehiyê hat raberkirin û wan daxwaza hilkolandina rewşa mirovî û rawestandina operasiyonên leşkerî li parêzgeha Idlibê bi armanca îdiayî ya piştevaniya ji welatiyên sivîl kiribûn. Lê Rûsiye û Çînê ev biryarnameya dijî Sûriyê red kirin.