Îlon 17, 2019 16:42 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana li dijî Amerîkayê ya gelê Sûriyê li bajarên parêzgeha Helebê

Xelkê parêzgeha Heleba Sûriyê bi lidarxistina xwenîşandanê li çend bajarên vê parêzgehê daxwaza derketina hêzên emerîkî ji welatê xwe kirin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya  SANA News`ê, beşdarên vê xwenîşandanê bi sloganên li dijî Waşengtonê dewama hizûra hêzên emerîkî li welatê xwe binpêkirina hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê dan zanîn.

Xwenîşanderan her wiha bi rakirina hin plakardan dijberiya xwe li hember mayîna hêzên Tirkiyê li axa Sûriyê raghandin.

Emerîka û hevpeymanên wê bi mehna rawestana li ber komên terorîst û bêyî îzna dewleta Sûriyê li vî welatî bi cih bûne û heta niha bayê çend milyar dolarî çek û sîleh dane terorîstên li Sûriye û Iraqê.

 Dewleta Sûriyê hertim dijberiya xwe li hember kiryarên Tirkiyê û Emerîkayê raghandiye.