Îlon 16, 2019 16:13 Asia/Tehran
  • Amerîkayê 150 kamyon çek û rext şandin parêzgeha Hesekê

Amerîkayê di çarçova pêngavekê de ku binpêkirina ligorî planê ya qanûnên navnetewî û binpêkirina serwerîya Sûrîyê tê hesêb de, Karwanekî leşkerî yê pêkhatî ji 150 barhilgirên leşkerî û locêstîk derbasî Parêzgeha Hesekê li bakura rojhilata Sûrîyê kir.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA),  Karwanekî leşkerî yê pêkhatî ji 150 barhilgirên leşkerî û locêstîk ên Amerîkayê ji derîyên sînorî yê Sêmalka li bakura Iraqê ve derbasî bajarê Malikîye weke dûrtirîn devera bakura rojhilata Hesekê di bin kontrola Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) de bû.

Bicihbûna leşkerên Amerîkayê û hevpeymanên wî welatî li Sûrîyê bi heceta têkoşîna dijî têrorîsmê di halekî da ye ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di destpêka serokomarîya xwe da mukur hat ku ew welata hokara sereke ya damezirandina komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê li Sûrîyê bûye.