Îlon 16, 2019 09:21 Asia/Tehran
  • 10 kes di encama teqîna têrorîstî li Helebê de hatin kuştinê

Di encama teqîna maşîna bombekirî li bakura parêzgeha Heleba Sûrîyê de herîkêm 10 kes hatin kuştinê.

Ew teqîna têrorîstî şeva buhurî li nêzîkî nexweşxana bajarokê Rayî li bakura parêzgeha Heleba Sûrîyê qewimî ku di encamê de 8 kes jî birîndar bûn.

Heta nika tu komekê berpirsîya wê teqînê nedaye ustîyê xwe.

Têrorîstan piştî işkestên bidûhev himberî hêzên sûrî, zêdetir ji berê bera xwe dane ser teqînên perrate û kuştina gelê Sûrîyê li deverên curbicur ên vî welatî.

Bajarokê Elraî dikeve rojhilatê Ezazê û bakurê bajarê Elbabê û ser bi parêzgeha Heleb a Sûriyê ve ye, lê niha di bin kontrola artêşa Tirkiyê û têrorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê de ye.