Amerîkayê karwaneke çekan şande Kobaniyê
Karwanekî eskerî yê emerîkî ji wan 60 kamyonên piştgiriyên çek û sîlehî- eskerî yên hêzên hevalbendiya navneteweyî li dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Emerîkayê ji sînorê Sêmilkayê li bakurê Iraqê derbasî axa Kurdistana Sûriyê bûye û ber bi Kobaniyê ve çûye.
Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê KRD News`ê, li gor lêzanînan, karwanekî eskerî yê emerîkî ji wan 60 kamyonên piştgiriyên çek û sîlehî- eskerî yên hêzên hevalbendiya navneteweyî li dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Emerîkayê bi derbasbûna nav Kobaniyê ku di bin kontrola hêzên YPGê de ye, hatine guhestin bo meqera eskerî ya Emerîkayê li navça Xerab Îşîkê li Kobanê.
Ev karwanê eskerî hilgirê trimbêlên zirixî yên nasiyar bi Hamêra Emerîkayê, tankerên ardûyê, çek û sîleh û jenratoran in.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî lêzanînan Emerîkayê li yek meha buhurî dest bi şandina 450 kamyonên çek û sîlehan bo meqera Xerab Îşîkê kiriye.