Tîrmeh 22, 2019 19:12 Asia/Tehran
  • Pop piştgirî da pêkanîna istiqrarê li Sûrîyê

Serokê Civata Popan a Aştî û Dadperwerîyê ya Vatîkanê, Pîtêr Torksên îro li Paytexta Sûrîyê, şarê Şamê nameya Rêberê Katolîkên Cîhanê, Pop Fransîs raberî Serokomarê Sûrîyê, Bişar Esed kir.

Pop Fransîs di nameya xwe da careka din pêgirî ser helwesta xwe ya piştgirîya ji vegerandina istiqrarê li Sûrîyê û kutakirina derd û êşên gelê Sûrîyê kir.

Serokomarê Sûrîyê, Bişar Esed jî di wê hevdîtinê de, Serokê Civata Popan a Aştî û Dadperwerîyê ya Vatîkanê, Pîtêr Torksên û desteya digel wî derheq cinayetên ku komên têrorîst li vî welatî û piştgirîyên hin welatên herêmê û yên rojavayî dane wan komên têrorîst agahdar kirin.

Serokomarê Sûrîyê herwiha ``zexta ser piştgirên têrorîsmê`` alîkarîya herîbaş bo gelê Sûrîyê zanî, welatên piştgirê têrorîsmê ku hemî hewla xwe jibo dirêjtirkirina şêrr û sepandina boykotên herîgiran ser gelê mezlûm ê Sûrîyê de xistine dewrê.