Bi hezaran aware zivirîn deverên derdora Idlibê
Tîrmeh 22, 2019 16:52 Asia/Tehran
15 hezar malbatên sûrî ku ji ber êrişên têrorîstan ji mal û milkên xwe aware bibûn, zivirîn ser mal û milkên xwe li deverên derdora Idlibê li bakura Sûrîyê.
Ligorî rapora Televîzyona Al Manar`ê, Parêzgarê Idlibê Fadî Seidûn amajeyî amadebûna hemî sazî û dezgehên dewletê li deverên di bin kontrola dewleta Şamê de kir û got: "Ligorî girîngîya taybet a ava vexwarinê û dibistanan, dewletê zêde ji 50 dibistan li wan deverana restore kirine û ava pêwîst jibo niştecihan dabîn kirîye".
Ligorî vê raporê, têrorîstan vê dawîyê wekî emrazeke derbelêdanê agir berdidan zevî û dezl û danên cotkaran ku dewleta Şamê wê zîyan û xêsara ku li cotkaran ketîye dicebirîne.