Tîrmeh 22, 2019 07:35 Asia/Tehran
  • Çekên nû yên Amerîkayê gihîştine baregeha leşkerî ya vî welatî li Hesekeyê

Çavkaniyên nûçeyann roja Yekşemiyê qala gihîştina çek û alavên nû yên şêrr ên Hevpeymaniya qaşo Navneteweyî ya Têkoşîna dijî DAIŞê bi fermandetiya Amerîkayê bo baregeheka leşkerî ya Amerîkayê li parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilata Sûriyê kirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Çavkaniyên  nûçeyan ragihandin ku ev çek û amûrên şêrr ji derbasgeha sînorî ya Sîmalkayê (Semalka) navbera Heseke û Herêma Kurdistana Iraqê gihîştine derdora Hesekeyê.

Amerîka û hevpeymanên wî welatî bi mehneya şerê dijî komên têrorîst bi9 awayê neqanûnî (Bêyî destûra dewleta Sûriyê) hêzên xwe yên çekdar şandine Sûriyê.

Hebûna Amerîka û hevpeymanên wî welatî li Sûriyê bi mehneya şerê dijî DAIŞê li halekî ye ku ev welatana ji damezirîner û piştgirên sereke yên têrorîstan li Sûriye û Iraqê ne. Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê di destpêka serokoamrtiya xwe da got ku ev welata sebebkarê sereke yê pêkhatina komên têrorîst ji wan DAIŞê li Sûriyê bûye.

Dewleta Sûriyê bi caran cinayetên hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê li navçeyên rojhilat û bakurê rojhilata vî welatî wek kemilînerê cinayetên koma têrorîst a DAIŞê daye zanîn.