Tîrmeh 21, 2019 16:55 Asia/Tehran
  • YPG`ê çeperên Artêşa Tirkîyê li bakura Helebê dan ber topan

Ajansa Nûçan a Al Masderê ragihand ku hêzên YPG`ê çeperên Artêşa Tirkîyê û çeteyên di bin fermana Enqerê li bakura Helebê de dan ber topan.

Ajansa Nûçan a Al Masderê ji zarê çavkanîyên bawerpêkirî yên xwecî ragihand: Hêzên YPG`ê çeperên Artêşa Tirkîyê û çeteyên di bin fermana Enqerê li bakura Helebê de dan ber topan.

Ligorî agahîyan, hêzên YPG`ê hin deverên Helebê yên di bin kontrola Artêşa Tirkîyê de bi giranî dane ber topan ku armanc zêdetir derdora Ezazê wekî navenda fermandetîya çeteyên di bin fermana Artêşa Tirkîyê li Sûrîyê de bûye.

Ew êrişana di halekî da pêk tên ku ligorî agahîyên ji Minbicê, Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) wekî amadekarîya himberî her cure êrişa muhtemel a Artêşa Tirkîyê ser Minbicê, hêzên xwe veguhestin vî şarî.

Di vê çarçovê de Fermandarê HSD`ê radighîne, ew naxwazin şerê Tirkiyê bikin, lê ger Tirkiye şerê wan bike, dê şerê li dijî DAIŞ`ê raweste.

Mezlûm Ebdê herwiha got, Hêzên Sûriya Demokrat naxwazin himberî Tirkiyê şêrr bikin, lê ger Tirkiye êrîşî her navçeyek Kurdnişîn li Rojhilatê Firatê bike, ew dê hemû navçeyê bikin meydana cengê.

Ebdê herweha got, ger Tirkiye êrîşî Girê Spî bike, dê navçeya ji Dêrikê heta Minbicê bibe meydana cengê û tekez kir, Hêzên wan ji bo şêrr amade ne û wan Amerîka û Fransa jî di vî warî da agahdar kirine.