19 kuştî û birîndar li encama êrişa terorîstî ser polîsê Sûriyê
Tîrmeh 17, 2019 18:00 Asia/Tehran
Çavkaniyên sûrî li bara kuştin û birîndarbûna 19 hêzên polîs ên Sûriyê li encama teqîna bombeyê agahî dan.
SANA Newsê roja Çarşemiyê raghand: "Li encama teqîna bombeyeke destçêkirî li ûtûbûsa polîs li parêzgeha Der'ayê li başûrê Sûriyê, pênc eskerên sûrî hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn".
Li gorî vê raporê, hitmala zêdebûna hejmara kuştiyan heye û hatiye raghandin ku halê hi eskeran xirab e.
Der'a li destpêka Tîrmeha par ket bin kontrola artêşa Sûriyê û komên terorîstî berdêla radestkirina çekên sivik û giran, terka başûrê Sûriyê dan.
Bajarê Derayê ji yekim bajar bû ku heşt salan berî niha bû meydana aloziyan û bûyerên vî bajarî hatin guhestin bo navçên din ên Sûriyê.