Tîrmeh 14, 2019 09:29 Asia/Tehran
  • Feysel Miqdad: Israîl pişta hemî têrorîstên navçeyê digire

Alîkarê Wezîrê karên derve yê Sûriyê bi gotina vêya ku Rêjîma Siyonîst pişta hemî têrorîstên navçeyê digire, got: Sûriye heta jinavbirina tam a têrorîsmê dê têkoşîna xwe bidomîne.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Feysel Miqdad, Alîkarê Wezîrê karên derve yê Sûriyê roja Şemiyê di gotûbêja digel malpera Ehdê, Israîl, Amerîka û welatên rojavayî  wek hokarên pêkanîna qeyranê li Sûriyê da zanîn û got: Amerîka û hevpeymanên wî welatî bi pêkanîn, pergalkirin û piştevaniya ji komên têrorîst li dû jinavbirina cîgeha Sûriyê di bereya berxwedanê da û rola wî welatî li navçeyê bûn, lê tu carî bi ser neketin.

Alîkarê Wezîrê karên derve yê Sûriyê tevî pêgiriya lis er vêya ku şam dê nema li hemberî zextan teslîm bibe, got: Dê tu pêşeroja umetên navçeyê tunebe, meger ku tevlî Bereya Berxwedanê bibin.

feysel Miqdad got: Her kes bikeve aliyê dijî Sûriye û Bereya Berxwedanê, di rastiyê da ketiye kêleka Israîlê û armancên wê ji bo lawazkirina navçeyê.

Alîkarê Wezîrê karên derve yê Sûriyê her wiha li bara şandina hêza bo Sûriyê welatên rojavayî hişyar kirin û destnîşan kir ku dûhatên vî karî bixeter in.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.