Adar 26, 2019 13:00 Asia/Tehran
  • Bertekên cîhanî yên wekî berteka YE û Hemasê li hemberî biryara Trump derheq Golanê

Boruya Berdevkê Yekitiya Ewropayê (YE) şeva borî bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ev Yekitiya deshilata Îsraîlê ser girên Golanê bi fermî nas nake û girên hanê yên Sûriyê dizane.

Li gor rapora IRNA, Boruya Berdevkê Yekitiya Ewropayê di daxuyaniya xwe de nivîsiye: Siyaset û helwêsta vê yekitiyê nehatiye guhertin û em serwerî û deshilata Îsraîlê li ser erdên dagîrbûyî yên sala 1967  ji wan li ser girên Golanê bi fermî nas nakin.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump pêncşemê 21 Adarê li çarçova binpêkirina peymanên navneteweyî 2019 vê carê got: ‘Dema wê yekê hatiye Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê nas bike’. Ev gotina wî rastî bertekên tund ji aliyê welat û rêxistinên navneteweyî hat. her divê çarçovê de Trump duh terseyê qanûnên navneteweyî û li dijî biryarnamên Konseya Ewlehiyê ya NY, li cem serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu biryarnama bifermînaskirina deshilata Îsraîlê ser Golanê îmza kir. 

Di çarçovên bertekên navneteweyî li dij kiryara Trump de duh sekreterê giştî yê Yekitiya Ereb Ehmed Ebûlxeyt jî kiryara Trump a bifermînaskirina deshilata Îsraîlê ser girên Golanê şermezar kir .

Gelek ji welatên cîhanê û kesayetiyên navneteweyî jî yên wekî Tûnis, urdun, Kuweyt, filsitîn û Yemenê kiryara Serokomarê Amerîkayê Donald Trump  li dij qanûnên navneteweyî û biryarnamên navnetewyî yên wekî biryarnama Konseya Ewlehiyê ya NY dane zanîn û ew şermezar kirin.

Di vê çarçovê de duh êvarê serokê Boruya siyasî ya HEMASa Filistînê Îsmaîl Heniye Golan parek cudanebûyî ji Sûriyê da zanîn û diyar kir ku hin nîşan ji bernamên nû yên Amerîkayê li dij navçê eşkere bûne û roja îro mafên Sûriyê binpê dibin.

Heniye got: Amerîka bi van helwêst û siyasetan û bi van biryarên zalimane nikare rastiyên dîrokî û jeogerafî li bara erdê Filistînê û mafên Sûriyê li girên Golanê biguhere û Hemas li ber van zorbêjiyan û serdestxwaziyên Amerîkayê disekine û xwe dide aliyê xelkê Sûriyê .

Heniye herwiha got Amerîka bi biryar û helwêstên wiha Prensib, konvansiyon û qanûnên navneteweyî xistine bin lingên xwe , çawa ku ev kara li bara Qudsê û awareyên filistînî jî kir.

Herêma Girên Golanê yên Sûriyê di dema şerê şeş rojî yê sala 1967 ji aliyê  Rejîma Siyonîstî dagîr bû û perlemana vê rejîmê li sala 1981 ew beşek ji axa Îsraîlê da nasandin, lê belê endamên Konseya Ewlekariyê ya NY li wê salê bi weşandina biryarnama 497 bi eşkera ev biryara parlemana Îsrîlê red kir û girên Golanê yên Sûriyê da nasandin.