Adar 26, 2019 12:32 Asia/Tehran
  • Şam: Azadkirina  Golan mafê Sûriyê ye

Wezareta derve ya Sûriyê şeva borî gotinên serokomarê Amerîkayê derheq Girên Golanê şermezar kir û bi weşadina daxuyaniyekê ragihand ku azadkirina girên Golan mafê Sûriyê ye.

Li gor IRNAyê, Wezareta derve ya Sûriyê şeva borî bi weşandina daxuyaniyekê gotinên serokomarê Amerîkayê Donald Trump derheq bifrmînaskirina deshilata Rejîma Îsraîlê ser girên Golana dagîrbûyî wek dijminatiya Amerîkayê derheq Umeta Erebî da zanînû ragihand ku Trump bi vî karê xwe îsbat kir ku dijminê sereke û girîng ê cîhana Ereb e.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump pêncşemê 21 Adarê li çarçova binpêkirina peymanên navneteweyî 2019 vê carê got: ‘Dema wê yekê hatiye Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê nas bike’. Ev gotina wî rastî bertekên tund ji aliyê welat û rêxistinên navneteweyî hat. her divê çarçovê de Trump duh terseyê qanûnên navneteweyî û li dijî biryarnamên Konseya Ewlehiyê ya NY, li cem serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu biryarnama bifermînaskirina deshilata Îsraîlê ser Golanê îmza kir. 

Êvara roja pêncşemê 21 Adarê Serokê Amerîkayê Trump li ser rûpela xwe ya twitterê nivîsî: ‘’Piştî 52 salan, êdî dem hatiye ku Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê ku bo îstiqrara herêmê cîhekî stratejîk e û bo ewlekarîyê girîng e, bipejirîne.” Ev kiryara Trump rastî bertekên tund ji aliyê welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî hat.

Herêma Girên Golanê yên Sûriyê di dema şerê şeş rojî yê sala 1967 ji aliyê  Rejîma Siyonîstî dagîr bû û perlemana vê rejîmê li sala 1981 ew beşek ji axa Îsraîlê da nasandin, lê belê endamên Konseya Ewlekariyê ya NY li wê salê bi weşandina biryarnama 497 bi eşkera ev biryara parlemana Îsrîlê red kir û girên Golanê yên Sûriyê da nasandin.