Adar 24, 2019 17:41 Asia/Tehran
  • “250 çekdarên DAIŞê di şikefteke Baxozê de xwe veşartine

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkere dike, hîna nêzîkî 250 terorîstên DAIŞê di şikefteke Baxozê de xwe veşartine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkere dike, hîna nêzîkî 250 terorîstên DAIŞê di şikefteke Baxozê de xwe veşartine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, DAIŞ bi tevahî li Sûriyê bidawî nehatiye û hîna çalakiyên wan li navçeyên rojhilatê çemê Firatê hene.

Navenda hanê aşkere kir ku nêzîkî 250 çekdarên DAIŞê di şikefteke derdora Baxozê de xwe veşartine û hîna xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nekirine.

Derbarê dîlên di destê DAIŞê de jî Rewangehê amaje bi wê yekê dike, piştî rizgarkirina Baxozê dawî çeper û berîka DAIŞê, lê hîna çarenivîsa bi hezaran dîlên di destê DAIŞê de ne diyar e.

Ev yek di demekê de ye ku duh HSDê li Baxozê di rêûresmekê de rizgarkirina Baxozê û serkeftina yekcarî bi ser DAIŞê de ragihandibû.