Adar 23, 2019 18:58 Asia/Tehran
  •  Alîkarê  wezîrê karên derve yê Sûriyê: Şam tu sînorekê bo istandina Golanê nabîne

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Li hember Şamê tu sînorekê bo istandina Golana dagirbûyî tine.

 Feysel Miqdad,  Alîkarê  wezîrê karên derve yê Sûriyê roja îniyê li gotûbêja bi televaîyona El-Meyadînê bal kişand ser vê yekê ku  hemî hitmalan bpna istandina  Golanê hilkole û got: Donald Trump piştgirê siyonîstên dîktator û terorîzma li navçê ye û dewleta Emerîkayê jî biryarnemyên  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara golanê binpê dike.

   Alîkarê  wezîrê karên derve yê Sûriyê Destnîşan kir: Şamê mafê xwe heye amûrên  bi aşitî û rawestana çekdariyê bona rizgarkirina  axa xwe bikar bîne.

 Pêştir wezareta karên derve ya Sûriyê li daxûyaniyekê bal kişands ser vê yekê ku  biryara Trump, binpêkirina biryarnama  497an a konseya ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye û raghand ku  Emerîka bêrêziyê li  rewabûna navneteweyî dike û biryarnamên  wê binpê dike.

  Ji aliyê din ve nûnerê dayim ê Sûryê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja îniyê li civîneke rojnamevaniyê destnîşan kir: Gotinên  Trump li bara  Golana dagirbûyî dê vê rasitiyê negherîne ku Golan  ser axa Sûriyê ye.

 El-Ceferî ji endamên  NY û Konseya Ewlehiyê xwest ku bila gotinên Trump şermezar bikin  û pêngavên  parktîkî bona parastina prensîpên NY û biryarnameyên  navneteweyî rakin.

 Nûnerê dayim ê Sûriyê li NY diyar kir her cure kiryara Emerîkayê li bara Golana  dagirbûyî neqanûnî û bêerziş e.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê pêncşemiya buhurî li twîtera xwe nivîsî: Niha dema wê hatiye ku  piştî 52 salan, Waşengton serweriya Îsraîlê ser Golanê bi fermî nas bike.