Adar 22, 2019 19:30 Asia/Tehran
  • Newroza Efrînê bi qedexekirin, revandin û xemgîniyê derbas bû

Artêşa Tirkiyê û terorîstên bi navê Artêşa Sûriya Azad ên girêdayî Tirkiyê, pîrozbahiyên Newrozê li xelkê devera Efrînê ya bakura rojava Sûriyê, qedexekirin û hin welatî jî girtin.

BasNewsê ji zarê çavkaniyên xwecî diyar kir ku artêşa Trikiyê û grubên çekdar ên bi ser ve, bi girseyî rêbendên ewlehiyê li navenda bajarê Efrînê û navçeyên wê belavkirin û nehêştin kurd cejna Newrozê pîroz bikin.

Welatiyekî ji nava bajêr ji BasNesê re got ku çekdarên opozîsiyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, hatûçûna welatiyan li bajêr qedexe kirin û otombîlên wan ên leşkerî li taxên bajêr digeriyan da ku Newrozê qedexe bikin.

Li navça Cindirêsê jî, çekdaran ji rêveberên dezgehên xizmetguzarî xwestin ku navên karmend, xwendekar û mamosteyên ku nehatine ser karên xwe tomar bikin da ku wan bi behaneya têkbirina zagonê û pîrozkirina Newrozê siza bikin.

Tê zanîn ku encûmenên xwecihî yên bi ser Tirkiyê ve, bi boneya hatina Newrozê biryar dabûn ku di rojên Newrozê(20 û 21 Avdarê) her kes biçin ser karê xwe û pîrozkirina Newrozê bi hemû awayan qedexekirin.

Derbarê vê yekê jêderekî ji navça Cindirêsê ji BasNewsê re got ku gruba Lîwaya Semerqend, duh şev,  ber bi xelkê gundê Kefersefrê ku hewil didan agirê Newrozê vêxînin, gulle reşandin û sê welatiyên kurd girtin.

Herweha li navça Şera jî, çekdaran mûmên ku xelkê wî bajarokî ji bo Newroz li ser belkonên malên xwe vêxistibûn vemirandin û nasnameyên wan jê standin da ku pişt re bikşînin dadgehê.

Ev kiryarên terorîstan li dij xelkê devera Efrîn û eyda wan a Newrozê li ber çavên artêşa Tirkiyê cih tên û hatiye ragihandinê ku artêşa Tirkiyê destûra van kiryaran daye.