Adar 22, 2019 11:22 Asia/Tehran
  • Daiş gef a Tolevekirinê li HSDyê dike

Koma terorîstî ya Daişê gef a tolevekirinê li Hêzên Sûryaya Demukrat (HSD) dixwe.

Di dema ku HSDê dawî li xelafeta derew a DAÎŞê tîne û gişt pêgehên wê li rojhilat a Furatê têxe bin destê xwe, berdevkê Daişê, Ebû Hesen Mucahîr, di tomarek a dengî de ku li tora civakî ya Têligramê belav bûye, daxwaz tolevkirinê dike ji HSDyê.

Mucahîr di wê tomar a dengî de dibêje: Şerr bi dawî nehatîye û li benda şerrê seranserî bin.

Çarşemê jî serokê emerîkayê Donald Trump ragehandibû ku bi zûtî wê dawî li xelafeta DAIŞê were.

Ebû Hesen Mucahîr di wê tomarê de bangeşeya wê yekê dike ku xîlafeta DAÎŞê bi dawî nehatîye, çunku xortên DAÎŞê hîn emekdarê DAÎŞê ne û dest jê bernadin.