Sibat 21, 2019 18:03 Asia/Tehran
  •  Salih Muslim: Tirkiye bi guhertina kirasê terorîstan li dû bidestxistina Meşrûiyetê bo wan e

Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li axiftinekê bal kişand ser piştgiriya Tirkiyê ji hin komên terorîstî li Sûriyê û got Tirkiye dixwaze li Idlibê kirasê çeteyan biguhere û wan bide qebûlkirin.

 Li gorî rapora  Kurd Pressê, Salih Muslim berdevkê PYD, li axiftinekê bal kişand ser alûgorên herî dawiyê li bakurê Sûriyê û  mijara  rawestana li ber koma terorîstî  ya DAIŞê û diyar kir ku divê pêşiya dewletên ku DAIŞ’ê xwedî dikin bê girtin û wiha got: “Wê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berdewam bike. Ji ber ku şaneyên veşartî û bîrdoziya DAIŞ’ê di herêmê de dijî. Hin aliyên wekî Tirkiyê çeteyan xwedî dikin. Tirkiye dixwaze li Idlibê kirasê çeteyan biguhere û wan bide qebûlkirin. Ev mijara Sûriyê bi giştî ye û şerêkî navneteweyî ye. Yek ji planên dewleta Tirkiyê ew e ku çeteyên Idlibê li Efrînê bi cih bike. Divê pêşî li planên Tirkiyê bê girtin.”

Salih Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê hebûna DAIŞ’ê ji xwe re firsend dît ku armancên xwe yên sedsala 20’emîn nikarî temam bikira, xwest bi destê DAIŞê armancên xwe yên li dijî Kurdan bigihîne encamê.

 Yekî din ji planên Tirkiyê bi cihkirina tereorîstên Idlibê li Efrînê ye divê pêşiya vê plana  Tirkiyê bê girtin.

Berdevkê fermî yê PYD’ê Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku serkeftinên HSD’ê dîrokî ne û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Pêvajo ji Kobanê dest pê kir heya Dêrazorê ber bi dawiyê ve diçe. Berxwedana Kurdan û hemû pêkhateyan planên Tirkiyê guhertin. Tirkiyê pirsgirêkên navxweyî bi şerê li Sûriyê vedişart û dihişt ku çavên raya giştî li derve bin. Lê li derve jî Tirkiye bi ser neket. Ber bi bidawîbûna pêngava Bagera Cizîrê re wê li Tirkiyê du mijar dijwar bibin; yek Tikiye dê di Idlibê de çi bike, ya din jî pirsgirêkên di hundirê Tirkiyê de dê bi zelalî eşkere bibin.