Sibat 21, 2019 16:57 Asia/Tehran
  • 130 çekdaran li Humsê xwe radestî artêşa Sûriyê kirin

130 mirovên çekdar yên li dij dewleta Sûriyê duh li parêzgeha Humsê navenda Sûriyê bi çek û sîlahên xwe ve xwe radestî artêş û hêzên dewleta Sûriyê kirin.

Li gor IRNAyê kesên hanê piştî ku xwe radestkirin, soz û qirar danîn ku ti kar û kiryarekî li dij ewlehiya neteweyî û îstiqrara Sûriyê nekin.

Li gor danezana 15 ya Serokkomariya Sûriyê kesên çekdar ku revîne û tevlî dijberên hikûmetê bûne heke sîlahên xwe daynin erdê û xwe radestî hêzên dewletê bikin tên bexşandin.

Dewleta Sûriyê li kêleka şerê li dijî terorîstan li ser pêkhatina Aştiya Neteweyî li gişt deverên vî welatî pêgîriyê dike.

Kirîza Sûriyê ji sala 2011 bi pêkhatina komên terorîst ji aliyê welatên rojavayê yên wek Amerîka û Brîtanyayê û hin welatên navçê yên wek Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyê despê bû. Lê belê artêşa Sûriyê bi alîkariya komên berxwedanê û şêwirkarên leşkerî yên Îranê û alîkariya leşkerî ya Rûsyayê  karî ku terorîstên wek DAIŞê û Bereya El-Nusre têk bide û piraniya xaka welatê xwe rizgar bike.