Sibat 21, 2019 16:26 Asia/Tehran
  • Gelek ji terorîstên DAIŞê li Baxûzê xwe radestî HSDê kirin

Bi nêzîkbûna şerê navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û terorîstên DAIŞê li devera Baxûzê gelek ji terorîstên DAIŞê bi malbatên xwe ve xwe radestî hêzên HSDê kirin.

Kanala Rûsya El-Yewm ragihand: Terorîstên DAIŞê  yên çekdar piştî ku xwe radestî HSDê kirin, çek û sîlahên xwe dane kurdan.

Li gor vê raporê 25 kamyonên ku endamên DAIŞê û malbatên wan tê de bûn derbasî navçên bin deshilata kurdan bûn û muhtemel e endamên din ên DAIŞê li BAxûzê jî heya du-sê rojên pêşber xwe radestî kurdan bikin.

Di vê navberê de malpera Al-Akhbar (El-Exbar) nivîsî ku 15 hezar DAIŞî çav li rê ne ku wan ji Sûriyê derbasî Iraqê bikin.

Komîsyonera bilind a Mafên Mirovan a NYê Michelle Bachelet (Mîçêl Baçêlê) jî ragihand ku koma terorîstî ya DAIŞê derdora 200 malbatên sûrî li rojhilata Sûriyê dorpêç kirine.