Sibat 21, 2019 14:57 Asia/Tehran
  • Amerîka ji pêwendiyên HSDê li gel Sûriye û Rûsyayê nerazî ye

Amerîka ji pêwendiyên Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê li gel hikûmeta Sûriyê û Rusyayê nerazî ye û gefa qutkirina alîkariyê li ser wan dixwe.

Berdevkê Pentagonê ji bo karûbarê Sûriyê û Iraqê, Sean Ryan daxuyanî dane rojnameyeke erebî û behsa serdana Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka li Rojhilata Navîn, General Joseph Votel bo herêmên kurdî yên Sûriyê û herêmên li rojhilatê Firatê dike.

Ryan behsa civîna di navbera Votel û Mazlûm Kobanî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kiriye.

Li gor gotina Sean Ryan, "seredan Votel ji bo tekezkirina biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji navçeyê bû."

Ryan gotiye ku eva pir dûr e ku hêzekî Amerîkî li navçeyê bimîne û ev yek bi aşkereyî ji Kurdan re hatiye gotin.

Berdevkê Pentagonê herwiha gotiye, wan Kurd agahdar kirin ku eger danûstandinan li gel hikûmeta Beşar Esed û Rûsyayê bikin an jî biçin aliyê wan, ew ê ji alîkariyên Amerîkayê bêpar bibin.

Ryan aşkere dike ku Mazlûm Kobanî bi şêweyeke aşkere gotiye ku ew pêwendiyên siyasî li gel hikûmeta Sûriyê berdewam dikin da ku bigihîjin rêkeftinekê.

Hin zanyarî derheq civîna Votel û fermandarê HSDê belav bibiûn ku Mazlûm Kobanî daxwaz kiribû: Amerîka 1000 heta 1500 serrbazên xwe li Rojhilatê Feratê bihêle, lê Votel ev daxwaz red kiribû û gotibû ku ew hatiye deverê daku biryara vekişandina hêzan cîbicî bike.

Roja yekşemê, Paul La Camera, Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê, ragihandibû ku eger hêzên HSDê xwe li Hikûmeta Esed an Rûsyayê bigirin, Amerîka dê piştevaniya xwe ji bo wan ragire.