Sibat 20, 2019 18:27 Asia/Tehran
  • Dewleta Şamê amade ye pişta Kurdên bakura vî welatî bigire

Rawêjkara Sîyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûrîyê ragihand ku dewleta vî welatî amade ye bi kurdên bakura Sûrîyê re hevkarîyê bike.

Rawêjkara Sîyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûrîyê Busêyna Şeibanê di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Interfox`ê da kurdên Sûrîyê pişkeke gelê vî welatî zanî û got: Di rewşekê da ku Amerîka û hin welatên hevpeyman komên dualî li Sûrîyê pêk anîne, hikûmeta Sûrîyê erka xwe dizane ku bêyî cidakarîyê pişta hemî sûrîyan digire.

Berî vîya jî Bedran Jîyan Kurd Endamê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk a Sûrîyê got: Kurdên Sûrîyê bêyî guhdayîna ser vekişîn an mayîna leşekrên amerîkî yên li Sûrîyê, jibo lihevkirina tev dewleta vî welatî micid in.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çiqa leşkerî ya PYD`ê berî vîya ji dewleta Sûrîyê daxwaz kiribû ku kontrola şarê Minbicê li bakura vî welatî bigire destê xwe ta ku vî şarî li hemberî ``gefên Tirkîyê`` biparêze.