Sibat 20, 2019 16:43 Asia/Tehran
  • Pompeo: Heger Tirkiye êrîşî Kurdan bike dê bacê bide

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo tekez dike, heger Tirkiye êrîşî Kurdan wekî hevpeymanên Amerîkayê li Sûriyê bike, dê bacê bide.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trum nexşerêyek ji bo serederiya Tirkiye li himber rewşa Sûriyê daniye.

Pompeo aşkere kir: “Nexşerê bi temamî hatiye amadekirin ji bo ku piştî vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, hevpeymanên me yên Kurd li Sûriyê parastî bin.

Wî amajeyî wê yekê jî kir ku garantîya wê yekê jî hatiye kirin, divê hevpeymanên me parastî bin û heger Tirkiye êrîş bike, dê baca êrîşê bide.”

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di meha Kanûna 2018`an de biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriye da, piştî wê biryarê Tirkiye gefa operasyonekê û pêkanîna devereke ewleh li rojhilatê Firatê dixwe.

Lê ev ne cara yekem e ku rayedarên Amerîkî yên pilebilind soza parastina Kurdan piştî vekişînê didin, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê John Bolton jî di destpêka îsal de got, Amerîka bêyî parastina Kurdan ji Sûriyê venakişe.