Sibat 20, 2019 09:26 Asia/Tehran
  • Buseyna Şeiban: Erdogan xeyala vejîyandina impiratorîya Osmanî dike

Rawêjkara Sîyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûrîyê biryara Tirkîyê ya damezirandina navça navbirr li bakura Sûrîyê şermezar kir û got: Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan xeyala vejîyandina impiratorîya Osmanî di serê xwe da digerîne.

Rawêjkara Sîyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûrîyê Buseyna Şeibanê li koma nûçegîhanan Tirkîye ``zêdexwaz`` bi nav kir û pêgirî kir ku gelê Sûrîyê rê nade Erdogan zêdexwazîyên xwe pêk bîne.

Wê herwiha got: Gelê vî welatî dê war û serwerîya Sûrîyê biparêzin.

Serokomarê Tirkîyê di dawîya meha Çillê da ragihand ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump pêşnîyar kirîye ku navçeyeke navbirr a 30 kîlomêtrî li bakura Sûrîyê were damezirandin.

Erdogan pêgirî kir ku ew navça divê di bin kontrola Artêşa Tirkîyê da be.