Sibat 19, 2019 19:06 Asia/Tehran
  • Operasyona jinavbirina dawîn pêgeha DAIŞ`ê li Sûrîyê ji ber sivîlan sist bûye

Têrorîstên DAIŞ`ê li bajarokê Baxozê di dorpêça Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne. Operasyona jinavbirina dawîn pêgeha DAIŞ`ê li Sûrîyê ji ber ku ew têrorîst gefa kuştinê li sivîlan dixwin hinekê sist bûye.

DAIŞ radigihîne ku heke ku eger Hêzên Sûriya Demokratîk ber bi pêşve biçin ew ê tevaya dîl û welatiyên sivîl ên ku di lepên wê de ne serjê bike,  Lewma careke din operasyona jinavbirina dawîn pêgeha DAIŞ`ê sist bûye.

Yek ji fermandeyên HSD`ê Baran Heseke dibêje: “DAIŞ gefan dixwe û dibêje heger Hêzên Sûriya Demokratîk gaveke din pêştir bên ew dê hemû sivîlên li ba wan in bikujin. Em jî naxwazin ti şaşiyek derkeve heta ku em rêçareyekê ji wan sivîlan re peyda bikin.”

Wî herwiha got: Ne tenê gefên serjêkirina dîl û sivîlan belkî hebûna bombeyan yek ji astengiyên tevgera HSD`ê ye.

Bi sedan têrorîst û malbatên DAIŞ`î di navçeyek kêmtir ji kilometrekê de asê mane û ev rûbarê biçûk niha  nasnameya rêxistina bi navê xîlafeta îslamî nîşan dide.

Li wê navçeya Baxoz jî, têrorîstên DAIŞ`ê sivîlan weke mertalên zindî bikar tînin, êdî ev yek dibe sedem ku pêşketina HSD`ê bimîne derengîyê û hinek caran, ew pêşketin bê ragirtin, bi awayekî ku hebûna wan sivîlan zehmetiyê li ber vê pêşketinê saz dike. Ji aliyekî din ve, hêzên HSD`ê ragihandine ku ew alîkariya sivîlan dikin ku ji wê navçeyê derkevin û têrorîstên DAIŞ`ê tenê bihêlin.