Sibat 17, 2019 18:47 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: Lidarxistina hilbijartinên herêmî vîna gel û dewleta Sûrîyê nîşan dide

Serokomarê Sûrîyê got: Lidarxistina hilbijartinên civatên herêmî di dema dîyarkirî de, vîn û hêza gel û dewleta Sûrîyê nîşan dide.

LI gorî rapora Ajansa Nûçan a Sûrîyê (SANA), Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed îro li koma serokên civatên herêmî yên seranserî vî welatî got: Lidarxistina hilbijartinan ji babetên girîng û babetên ku dewlet piştî serketina li hemberî têrorîsmê û komployên dijminan bala xwe didê ye.

Sûrîyê di 8 salên buhurî da tevî qeyrana li vî welatî 2 dewra hilbijartinên civatên herêmî li 14 parêzgehan ji wan li deverên dagirbûyî lidar xistîye.

Serokomarê Sûrîyê bi gotina vê yekê ku piştî çêtirbûna rewşa meydanî, dewlet micid e ku rewşa welêt serûber bike, dîyar kir: Bi destpêbûna gotûbêjên netewî, planên pêşxistina navxweyî bi planên istiratêjîk yê bikemilin.

Serokomarê Sûrîyê pêgirî kir: Vîna gel planên şûm ên Amerîkayê û welatên rojavayî têkildarî perçekirina Sûrîyê pûç derxistine.