Sibat 16, 2019 16:37 Asia/Tehran
  • Kurdan axir pêgeha terorîstên DAIŞê li rojhilata Sûriyê girtin

Hêzên HSDê ku Amerîka piştevaniya wan dike bajarokê Elbaquz axir pêgeha grûpa terorîstî ya DAIŞê li rojhilata Feratê azad kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Reutersê, Navenda nasyar bi zêrevanê heq û mafê mirovan a Sûriyê ragihand ku piştî azadiya navça Elbaquz û gor rêketina di navbera terorîstên DAIŞê û hêzên HSDê, qirar e ku 440 kes ji terorîstan ji nav vê navçê derkevin ku heta niha 200 kes ji Elbaquzê derketine.

Zêrevanê heq û mafê mirovan a Sûriyê ragihandiye ku li ser derketina terorîstan ji nav rojhilata Feratê hêzên HSDê, hevalbendiya navnetewî ya bi serokatiya Amerîka û terorîstên DAIŞê bi hevra rê ketine.

Zêrevanê heq û mafê mirovan a Sûriyê bal kişandiye ser vê rêketina sirrî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk, Hevalbendiya navnetewî ya bi serokatiya Amerîka û terorîstên DAIŞê, bi sedan kes ji terorîstên DAIŞê xwe radestî hêzên HSDê kirine û û hinek ji van terorîstan jî bi kamyonan û di bin çavdêriya hevalbendiya navnetewî ji Elbaquzê derketine.

Ev rêketina nezivirîna ducarî ya terorîstên DAIŞê bo navçên bin destê hêzên HSDê û radestkirina hinek ji terorîstên girtî bi hevalbendiya navnetewî jî digre ber xwe.

Li gorî vê rêketinê li du rojên tê da terorîstên DAIŞê hema bi tamî û di bin çavdêriya hevalbendiya navnetewî dê ji rojhilata Feratê derkevin.

Li gorî vê raporê roja îniyê 7 kamiyonên sergirtî hevrê digel erebeya Hamir a amerîkî û erebeyek ku çekên giran cihbicih dike û sê erebên alîkarî gihandinê li çarçîva karwanek gihêştine Elbaquzê ku hêtimal heye bona veguhestina terorîstan ev karwana gihêştibe vê navçê.

Zêrevanê heq û mafê mirovan a Sûriyê herwisa ragihand ku sibeya pêncşemê du helîkuptirên hevalbendiya navnetewî gihêştine navça bin destê terorîstên DAIŞê ta ku serkirdeyên vê grûpa terorîstî ji vê navçê derxîne.