Daxwaza Sûriyê ji civaka cîhanî bo avedankirina vî welatî
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê daxwaza piştgirî û alîkariya nemeşrût a civaka cîhanî bo avedankirina Sûriyê kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê roja pêncşemiyê li civîna geşatiya mayînde li Şamê bal kişand ser vê yekê ku li heşt salan şerê dasepandî ji aliyê welatên rojavayî û hin welatên erebî yên navçê, gelek xisaret li Sûriyê ketiye û hêvî kir: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û welatên endam bi awayekî nemeşrût piştgiriyê bidine avedankirina Sûriyê .
Şerê heştsalî yê Sûriyê zêde ji 226 milyar dular derbe li aboriya vî welatî xistiye.
Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû ku bi hewldana artêşê û gelê Sûriyê komploya dijminan bêencam ma.