Sibat 14, 2019 16:25 Asia/Tehran
  • Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê: Misteşarên îranî li gorî daxwaza Dimeşqê li Sûrîyê bicih bûne

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê got: Misteşarên îranî li gorî daxwaza fermî ya Şamê ji Têhranê li wî welatî bi cih bûne.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê Eymen Sosan bi gotina vê yekê ku hebûna hêzên îranî li Sûrîyê têkilîyek bi welatên din ra tineye, dîyar kir: Ya baş ew e ku welatên ku basa hebûna hêzên îranî li Sûrîyê û pêwîstîya derketina wan dikin, ji ber rola girîng û istiratêjîk a Têhranê di şerê dijî têrorîsmê da qedrê Îranê bigirin.

Amerîka û Rêjîma Sîyonîst ji ber dewama mayîna misteşarên îranî li Sûrîyê dilgiran in û bicaran xwestine ku ew ji Sûrîyê derkevin.

Artêşa Sûrîyê bi alîkarîyên misteşarî yên Komara Islamî ya Îranê û piştgirîya Ûrsêtê û Komên Berxwedêr karî ku li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê ser keve.