Çile 23, 2019 11:50 Asia/Tehran
  • Bişar Ceferî: Israîl pişta komên têrorîst li Sûryê digire

Nûnerê Hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) dewama destdirêjiyên Rêjîma Siyonîst ser Sûriyê ji ber piştgiriyên giştalî yên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ji vê rêjîma nerewa û sersariya Konseya Ewlehiyê li warê pêkanîna erkên xwe da zanîn û got: Êrîşên Rêjîma Siyonîst ser Sûriyê bi armanca piştgiriya ji têrorîstan pêk tê.

Li gorî rapora ÎRNAyê, Nûnerê Hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Bişar Ceferî roja Sêşemiyê li civîna Konseya Ewlehiyê derbarê Rojhilata Navînê got: Dema wê gihîştiye ku ev konse tevrîn lazim jibo rawestandina destdirêjiyên Rêjîma Siyonîst ser axa Sûriyê bigire ber xwe.

Firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst berbanga Duşemiyê hin navçeyên Şama paytexta Sûriyê dan ber êrîşê.

Li pey van êrîşan dengê çend teqînên giran li Şamê hati bihîstin.

Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê bi ragihandina vê yekê ku pedafenda mûşekî ya Sûriyêî 30 mûşekên Rêjîma Siyonîst li esmên teqandine, ragihand ku firokeyên şêrr ên Israîlê ji sê aliyan va êrîşî ser Sûriyê kirin.

Israîl hertim jibo piştevaniay ji têrorîstan baregehên artêşa Sûriyê û binavahiyên Sûriyê dide ber êrîşê.

 Nûnerê Hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha amaje bi dagirkirina bilindahiyên Golanê ji aliyê Rêjîma Siyonîst kir û got: hewildanên Rêjîma dagirker a syonîst jibo guhertina rewşa Golana dagirkirî ser neketiye.

Nûnerê Hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha got: Mafê hakimiyeta Sûriyê li ser bilindahiyên Golanê nabe mijara gotûbêjê û divê erdê dagirkirî û mafê jêstandî yê Sûriyê bi tamî bikeve destê gelê vî welatî.