Çile 22, 2019 18:10 Asia/Tehran
  • Çardehemîn gora komkî li Reqaya Sûriyê hat dîtin

Çavkaniyên pizişkî yên Sûriyê qala vedîtina goreka komkî li kêleka kampa El Telayê li başûrê parêzgeha Reqayê kirin ku meytê ji 600 heat 800 kesî têda bûn.

Li gorî rapora roja Sêşemi8yê ya ISNAyê ji zarê malpera El Fecrê, Çavkaniyên pizişkî bi ragihandina vê yekê ku ev çardehemîn gora komkî ya naskirî li Reqayê ye, her wiha ragihandin: Tîme lezbertek a Sûriyê karê derxistina cenazeyan dest pê kiriye.

Di Îlona bihurî da jî sê hezar û 310 meyt li parêzgeha Reqayê li bakurê Sûriyê di nav goreka komkî da hatin vedîtin.

Di Cotmehê da jî gorneka komkî li Reqayê hat naskirin ku derdora 1500 meyt jê hatin derxistin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.