Çile 17, 2019 12:38 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên teqîna Minbicê zêdetir bû

Hejmara kuştiyên teqîna roja Çarşemiyê li bajarê Minbicê li bakurê rojavaya Sûriyê gihîşte 23 kesî.

Li gorî rapora IRNAyê, Ji ber teqîna ku li nêzikî erebeya gerrê ya amerîkiyan li bajarê Minbicê qewimî, 5 amerîkî û 18 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Piştî vê teqînê hêzên amerîkî cihê bûyerê dorpêç kirin ku helîkopterên hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê jî li esmanê Minbicê firrîn.

Koma têrorîst a DAIŞê berpirsiyariya vê êrîşê girte ustiyê xwe.

Bajarê Minbicê li bakurê parêzgeha Helebê û nêzikî sînorê Tirkiyê ye.