Çile 17, 2019 08:02 Asia/Tehran
  • Nûnerê nû yê NY hevdîtina tev wezîrê karên derve yê Sûriyê kêrhatî da zanîn

Nûnerê nû yê Sêkrêtêrê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Sûriyê hevdîtina xwe tev WElîd Muelimê wezîrê karên derve yê vî welatî ra kêrhatî da zanîn û got: Ezê bi awayê dewreyî û birêkûpêk seredana Sûriyê bikim.

Li gorî rapora berbanga Pêncşemiyê ya IRNAyê, Nûnerê nû yê Sêkrêtêrê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Sûriyê, Xêyr Pêdêrson (Geir Pederson) li Twîtera xwe her wiha ragihand: Hedîtina min a kêrhatî tev wezîrê karên derve yê Sûriyê nîşana girîngiya çareserkirina siyasî ya qeyrana vî welatî li gorî biryarnameya 2254ê ya Konseya Ewlehiyê ye ku li ser hakimiyeta neteweyî û yekparçetiya axa Sûriyê pêgiriyê dike.

Pêdêrson ragihand ku li gotûbêja tev Muelim derbarê sefera xwe ya birêkûpêk bo Şamê jibo hilkolandina xalên hevpar û babetên kêşeliser, bi wî ra hatiye ser riyekê.

Xêyr Pêdêrson roja Sêşemiyê li sefera xwe ya Sûriyê bi wezîrê karên derve yê vî welatî ra hevdîtin pêk anî û pêra axivî. Ew çaremîn nûnerê taybet ê sêkrêtêrê gişt ê NY li karên Sûriyê ji destpêka qeyrana vî welatî di sala 2011an da heta niha ye.

Xêyr Pêdêrson dewsa Stêfan Dê Mîstûra girtiye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.