Kanûn 18, 2018 14:07 Asia/Tehran
  • Sûriyê cardin êrişên hevpeymaniya Amerîkayê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Sûriyê cardin du nameyên cudacuda ji sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û ji serokê Konseya Ewlehiyê ya NY re şandin û ji wan xwest ku rê li ber cinayetên Hevpeymaniya amerîkî ya qaşo li dij DAIŞê li Dêrazorê bigirin.

Ajansa nûçeyan a Sputnîka Rûsyayê ragihand ku li nameyên Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ji bo sekreterê giştî yê NY û ji bo serokê Konseya Ewlehiyê ya NY êrişa balafirên cengê yên Hevpeymaniya Amerîkî ya qaşo li dij DAIŞê li parêzgeha Dêrazorê ku bû sedema candayîna du sivîlan hatiye şermezar kirin.

Li êrişa duh ya balafirên cengê yên Hevpeymaniya Amerîkî ya qaşo li dij DAIŞê ser gundê Elbûxatirê ya başûra rojhilata bajarê Hecînê li parêzgeha Dêrazorê jî 17 kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Hefteyên vê dawiyê bi mihaneya şer li dij terorîstên DAIŞê  balafirên cengê yên Hevpeymaniya Amerîkî ya qaşo li dij vê koma terorîstî bi caran êrişî ser bajarê Hecînê û bajarokê El-Şeefeh li parêzgeha Dêrazorê kirin ku di encamê de bi dehan sivîl ku jin û zarok jî di nav de ne hatin kuştin.

Şamê bi caran ev êrişana şermezar kirine û bi şandina nameyan ji bo sekreterê giştî yê NY û ji bo serokê Konseya Ewlehiyê ya NY ji wan xwestiye ku rê li ber van êrişên dirindane bigire.