Kanûn 18, 2018 13:14 Asia/Tehran
  • Qasimî: Zerîf îro diçe Cenevê

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva çûyî got ku wezîrê derve yê Îranê ji bo gotûbêj û şêwirkariya sê alî ya ser Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê diçe Ceneva Swîsrayê.

Li gor rapora IRNA, Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî got: Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf ji bo gotûbêj û şêwirkariya sê alî ya ser Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê bi beşdariya wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiyê û nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Sûriyê diçe Ceneva Swîsrayê.

Mijareke girîng a gotûbêjên di navbera komên opozesiyon û hikûmeta Tirkiyê pêkanîna Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê bû. Fikra pêkanîna vê komîteyê ji bo cara yekim li rûniştina Kongreya Gotûbêjan a Neteweyî ya Sûriyê ya rojên 29 û 30  Çileya 2018 li bajarê Sûçiya Rûsyayê hat raber kirin.