Kanûn 16, 2018 20:25 Asia/Tehran
  • Komeke

Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Roj ragihand, îro Yekşemê hejmarek pêşmergeyên Hêza Roj bi hemahengî ligel hêzên Amerîkayê derbasî Kurdistana Sûrîyê bûn.

Li gorî rapora Kanala Rûdawê, fermandeyekî Hêzên Pêşmergeyên Roj ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ragihand ku îro Yekşemî 16`ê Kanûna 2018 hêzeke ser bi Pêşmergeyên Roj derbasî Kurdistana Sûrîyê bûne.

Li gor daxuaniya wî fermandarê Pêşmergeyên Roj, ew hêza ku derbasî  Kurdistana Sûrîyê bûye, ji 100 pêşmergeyên Hêza Pêşmergeyên Roj pêk tê û tekez kir, ku ew hêz bi serpireştî û hemahengiya hêzên Amerîkayê derbasî Kurdistana Sûrîyê bûye.

Bi gotina heman fermandarî, ew hêza Pêşmergeyên Roj ji Kurdistana Iraqê ve derbasî navçeya Elwelîd a ser bi bajarê Dêrikê bûye.

Fermandarê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re diyar kir, ew hêza Pêşmergeyên Roj çûne Kurdistana Sûrîyê, daku ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di derbarê çend mijaran de gotûbêjan bikin.

Bi gotina heman kesî, ew hêza dê bi herdu aliyên PYD`ê û YPG`ê re li ser çend babetan gotûbêjê bike û piştre vegere Kurdistana Iraqê.

Hêza Pêşmergeyên Roj, hêzeke leşkerî ya pêkhatî ji kurdên sûrî ye ku li Herêma Kurdistana Iraqê hatîye perwerdekirin.