Kanûn 16, 2018 16:46 Asia/Tehran
  • Maşîneke bombekirî li Efrînê hat teqandinê

Çavkanîyên herêmî li Sûrîyê ragihandin ku maşîneke bombekirî li bazareke navenda şarê Efrînê li bakura Sûrîyê ku di bin kontrola Artêşa Tirkîyê da ye, teqîya.

Kanala Al Mayadeenê ji zarê çavkanîyên herêmî li Sûrîyê ragihand ku îro otomobîleke bombekirî li ber derê Bazara Al Halalê li navenda şarê Efrînê teqîya ku li gorî encamên destpêkê di encamê de herî kêm 8 kes hatine kuştinê û bi dehan kes jî birîndar bûne ku rewşa hin birîndaran xedar e.

Çalakan vîdyoyek li şebekeyên civakî belav kirin ku bermayîyên teqîneke giran nîşan dide.

Artêşa Tirkîyê bi alîkarîya komên têrorîst di Çilleya sala buhurî da karî piştî şerekî giran li hemberî hêzên kurdan şarê Efrînê dagir bike. Niha hevpeymanên Tirkîyê yên erebên sûrî li vî şarî bi cih bûne.

Li gorî rapora NY di encama êrişa Artêşa Tirkîyê û komên têrorîst ji bo dagirkirina Efrînê da nîvê niştecihên vî şarî ku digihêje 320 hezar kesî, neçar mane ku birevin û hela jî hê gellek kesan nekarîne bizvirin ser mal û milkê xwe.

Ji dema bicihbûna têrorîstên ser bi Enqerê li Efrînê va, kêşeya ewlehîyê li vî şarî destpê bûye û niştecihên vê herêmê dibêjin ku tenê di dema pêwîst da ji malên xwe derdikevin.