Kanûn 16, 2018 10:18 Asia/Tehran
  •  Ji bo sekinîna li ber gefên Tirkiyê li dij Sûriyê Kurdên vî welatî amade ne bi Şamê re hevkariyê bikin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a ser bi kurdên Sûriyê diyar kiriye ji bo sekinîna li ber gefên Tirkiyê li dij Sûriyê amade ye bi dewleta Şamê re hevkariyê bike.

Ajansa nûçeyan a Sputnîka Rûsyayê duh ragihand ku Sîpan Hemo fermandarê YPG got: Armanca dewleta tirk tunekirina destkevtên kurdan  e bi awayekî ku hêzên xwe şandine ser sînor û deverên bakura Sûriyê dide ber gulleyên top û tankan.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî jî roja înê Tirkiye hişyar kir û got: Heke ev welat êrişî ser bakura rojhilata Sûriyê bike, wê bersiveke tund bidin dewleta Tirkiyê.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja çarşemê got: Wê operasiyona ser rojhilata Firatê bi zûtî despê bike.

Di vê çarçovê de Hevserokê HDPê Sezaî Temellî aşkere kir ku Serokomarê Tirkiyê ji bo bidestxitina çend şaredariyan amade ye êrîşê her derê bike û bang li hemû aliyan kir ku li hember êrîş û hereşeyên Tirkiyê helwesta xwe diyar bikin. Wî her wiha diyar kir ku Erdogan dixwaze şerê li dij kurdan bike.

Hêzên rejîma Tirkiyê li van du salên dawiyêdu operasiyonên bi navê Mertala Firatê û Çiqilê Zeytûnê li dij Kurdên Sûriyê dan despêkirin ku di encamê de bi sedan kesên sivîl ku jin û zarok jî di nav de bûn kuştin û bi hezaran kes jî aware kirin.