Kanûn 15, 2018 19:16 Asia/Tehran
  • Karbidestekî kurdên Sûriyê: Bila Amerîka kutahiyê bide reftarên xwe yên ducure li hemberî êrişên Tirkiyê

Berpirsê berê yê Kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistana Iraqê got: Li ser êrişa Tirkiyê ser Efrînê, amerîkiyan gotin ku tu peywendiyek bi me tune başe, niha ku Tirkiye dixwaze êrişî ser rojhilata Feratê bike, çi? Amerîka dixwaze çi bike, gelo bêdengiya Amerîka û berteka asayî ya vî welatî li hemberî gotinên Erdogan tê qebûlkirin? em radigehînin ku reftarên Amerîka ducure ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Şîrzad Îzedî Berpirsê berê yê Kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistana Iraqê got: Li ser êrişa Tirkiyê ser Efrînê, amerîkiyan gotin ku tu peywendiyek bi me tune başe, niha ku Tirkiye dixwaze êrişî ser rojhilata Feratê bike, çi? Amerîka dixwaze çi bike, gelo bêdengiya Amerîka û berteka asayî ya vî welatî li hemberî gotinên Erdogan tê qebûlkirin? em radigehînin ku reftarên Amerîka ducure ye.

Şîrzad Îzedî bal kişande ser gefên Erdogan serokkomarê Tirkiyê yên êrişa ser bakûra Sûriyê û got: Reftarên destdirêjkerane yên Tirkiyê bona êrişa ser axa Sûriyê bona têkbirina desthatên kurdên Sûriyê li şerê dijî terorîstên DAIŞê ye û kiryarên wiha ji aliyê Erdogan têne domandin û kuta nabin.

Wî got: Piştî ku Tirkiyê Efrîn dagîr kir, Erdogan dixebite ku vê senaryoyê dîsa dubare bike û rola qudretên cîhanî û bi taybet Amerîka li gefên Tirkiyê dijî Sûriyê durûtî ye.

Şîrzad Îzedî bilî rexneya ji bêdengiya Amerîka li hemberî kiryarên Tirkiyê li nav axa Sûriyê û got: Amerîka li hemberî van cure reftarên Tirkiyê bertegên micid nîşan nade û wisa diyare ku xêr û qazancên wan tev dewleta destdirêjkere Tirkiyê û grûpên dine tundrê li nav Sûriyê, bi hevra peywend heye.

Wî got. Amerîka dibêje ku tev terorîzmê û DAIŞê şer dike, eva li halekê ye ku terorîzm tenê DAIŞ nîne belkî grûpên dine terorîstî jî li nav axa Sûriyê dixebitin ku Tirkiye piştevaniya wan dike û wan terorîstan Efrîn û parek din ji navçên bakûrî yên Sûriyê dagîr kirine.