Kanûn 15, 2018 18:53 Asia/Tehran
  • Alîkarê serokomarê Rûsiyê: Em Tirkiyê li ser rojhilatê Fiatê bi aqilê saxlem re vedixînin

Mîxaîl Bogdanov, alîkarê serokomarê Rûsyê, li axivtinekê bal kişand ser operasyona mutemel a artêşa Tirkiyê dijî Kurdan li rojhilata Firatê ya Sûriyê û gotiye: "Em hemî aliyan vedixînin ku bi aqilê saxlem tev bigerin".

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîkê, Mîxaîl Bogdanov, alîkarê serokomarê Rûsyê ku ji bo beşdariya li 11`emîn Komîsyona Hikûmetên Rûsye- Sûriyê, seredana Şamê kiribû li axivtinekê bal kişand ser operasyona muhtemel a artêşa Tirkiyê dijî Kurdan li rojhilata Firatê û gotiye: Em bi hemî aliyan re di têkiliyeka nêzîk da ne. Em hemî aliyan vedixînin ku bi aqilê saxlem tev bigerin.

Wî li dewama axivtina xwe destnîşan kiriye: Em ê bi hemî aliyên li Sûriyê ku Kurdan jî digire ber xwe re diyalogê berdewam bikin. Em ser vê bawerê ne ku li dawiyê diyalog û rêçareya siyasî, ji rêbazên leşkerî, şerr, pevçûn û kawilkirinê pirr girîngtir e.

Ji hêla din ve Mariya Zaxarova, berdevka wezareta karên derve ya Rûsyê, li axivtinekê bal kişand ser axivtina vê dawiyê ya rayedarên Tirkiyê li ser cihanîna operasyona leşkerî ya ser rojhilataê Firatê li bakûra Sûriyê û gotiye: Rûsiye li hin babetan wekî Tirkiyê nafikire.

Zaxarova li axivtinekê bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên rayedarên Tirkiyê yên li ser cihanîna operasyona leşkerî ya rojhilatê Firatê li bakûra Sûriyê û gotiye: Rûsiye li hin babetan wekî Tirkiyê nafikire. Em bi hevtûşên xwe yên Tirkiyeyî re li ser cihanîna operasyoneka leşkerî ya dijî terorîstmê û li bara hemî meselên têkildarî Sûriyê di têkiliyeka nêzîk da ne.

Wî li bersiva vê pirsê ku gelû Moskowa jî wekî Enqerê, hêzên Kurd terorîst dizane yan na, destnîşan kir: Rûsiye li hin babetan wekî Tirkiyê nafikire. Rûsye komên leşkerî yên Kurd li Sûriyê nexistine lîsteya komên terorîst. Di vî warî de tu guherînek li serederiya Rûsiyê pêk nehatiye. Di vî warî de Tirkiyê nihêrîneka taybetî xwe heye. Me bi caran li ser vê mijarê pêgîrî kiriye ku li ser hemî mijaran bi Tirkiyê re hevfikr nîne.