Kanûn 15, 2018 18:00 Asia/Tehran
  • Hecîn kete destê Artêşa Demokratîk a Sûriyê

Saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ya li Londonê, li nûçeyekê bal kişand ser şikesta koma terorîst a DAIŞ`ê li navenda xwe ya stratêjîk a herî dawîn yanê Hecînê û ragihand: "Artêşa Demokratîk a Sûriyê kariye pêgeha dawîn a DAIŞ`ê jî bêxe bin kontrola xwe".

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ya li Londonê, li nûçeyekê bal kişande ser şikesta koma terorîst a DAIŞ`ê li navenda xwe ya stratêjîk a herî dawîn yanê Hecînê û ragihand: "Hêzên Artêşa Demokratîk a Sûriyê, li dû operasyonên ku bi piştgîriya hêzên hevalbendiya navnetewî cih anîn, karî pêgeha dawîn a DAIŞ`ê jî bêxe bin kontrola xwe. Li van operasyonan ku ji meha Hezîrana buhurî ve pêk tên  17 hezar hêzên leşkerî beşdar bibûn ku di encama pevçûn û êrişên hewayî ku hêzên hevalbendiya navnetewî ser bargehên DAIŞ`ê cih anînn de  herîkêm 900 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin".

Herwiha li vê nûçeyê hatiye ragihandin: "Di encama pevçûnên ku di navbera hêzên Artêşa Demokratîk a Sûriyê û terorîstên DAIŞ`ê de di mideha van operasyonan li navçeya stratêjîk a Hecînê li rojhilata Dêrezorê li 30 kîlometriya sînorê Iraqê de, 500 leşkerên Artêşa Demokratîk a Sûriyê û 320 welatiyên sivîl jî hatine kuştin".