Kanûn 14, 2018 08:47 Asia/Tehran
  • Amerîkayê 2 baregehên neqanûnî yên din li bakura Sûrîyê ava kirin

Amerîkayê 2 baregehên neqanûnî yên din li derdora şarê Girê Sipî li parêzgeha Reqqayê li bakura Sûrîyê ava kirin.

Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku bi avakirina van du baregehên nû li bakura parêzgeha Reqqayê hejmara baregehên Amerîkayê li deverên di bin kontrola Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) da ku Amerîka pişta wan digire, gihîşt 21`an.

Li gorî vê raporê, hêzên amerîkî roja 27`ê Mijdarê jî baregeheke nû li devera Bêir Aşiqê di navbera Girê Sipî û bajarokê Silûkê li nêzîkî sînorê Sûrîye û Tirkîyê damezirandin û bi alavên leşkerî û têkilîyê teyar kirin.

Hevgavê van liv û tevgerana HSD`ê jî çeperên xwe li zîvala sînorî ya Sûrîye û Tirkîyê li bakura parêzgeha Reqqayê bihêz kirin.